Artêşa Iraqê li Pirdê rûbirûyî cotkarên Kurd bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Di vê demsala dirûtinê de, pirsgirêka erdên çandiniyê li parêzgeha Kerkukê dîsa derketiye hole. Artêşa Iraqê li bajarkê Pirdê bi hêzeka mezin ketiye nav erdên cotkarên Kurd û rê li ber wan girtiye ku berhemên xwe bidirûn.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Hêmin Delo ragihand: “Ew pirsgirêk li ser rûberê 1400 donimên erdên çandiniyê ye, ku xwedantî ji bo cotkarên Kurd ên gundê Gurzeyîyê yê nahyeya Pirdê vedigere û ew xwediyên tapoyên fermî ne, lê Erebekî hawirdekirî bi piştgiriya hêzên ewlehiyê û biryara dadgehê bizavê dike ku destê xwe dane ser wê erdê.”

Li gorî zanyaran, hêzeka Firqeya Heştê ya artêşa Iraqê bi zirxî û hemeran ketiye nav zeviyan û wekî astengiyekê li pêşiya cotkarên Kurd rawestiyaye. Ew hêz rêyê li ber cotkaran digirin ku berhemên genim û cehên xwe bidirûn, vê yekê jî wekî karteka zextê bi kar tînin da ku wan erdan ji bo Erebên hawirdekirî berdin.

Yek ji cotkarên wî gundî got ku ew xwediyên rastîn ên wan erdan in û wan belgeyên fermî yên sala 1976ê hene ku xwedîtiya bav û kalên wan îspat dikin. Wî cotkarî amaje jî da ku, ew kesê ku niha xwedîtiyê îdîa dike, Erebekî hawirdekirî ye û di çarçoveya pêvajoya erebîkirinê de hatiye deverê, lê niha ew bi bergekê qanûnî û leşkerî bizavê dike ku Kurdan derxe.

Cotkaran nîgeraniya xwe li ser helwesta artêşa Iraqê anî ziman û tekez kir ku, artêş li şûna parastina ewlehiyê bûye alîgir û dixwaze bi zorê wan erdan bide Erebên hawirdekirî. Heta amaje bi wê yekê jî kir ku, di dema aloziyan de destdirêjî li ser ciwanekê cotkar hatiye kirin.

Li gorî gotinên şêniyên wê deverê, ji piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê ve, zext li ser cotkarên Kurd li deverên Daqûq û Sergeranê û niha jî li Pirdê zêde bûne û senaryoya serdema rejîma Beisê dubare dibe.

Cotkarên Kurd di derheqa wan erdan de israr dikin ku, ew bi tu rengan dev ji erdê xwe bernadin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêka jî, biryar e ku civînek di navbera aliyên birêvebirina yên Kerkukê, nûnerên cotkaran û aliyê din de bê kirin, her çend cotkar ne geşbîn in û dibêjin: “Heta heke ew rêyê nedin ku em berhemên bidirûn jî, em wan erdan bernedin.”

 

 
Fly Erbil Advertisment