Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê: Nîv tirilyon dînar bo piştgiriya cotkaran tên belavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê ragihand ku, parvekirina nîv tirilyon dînaran ji bo piştgiriya cotkaran li hemî parêzgehan hatiye destpêkirin.

Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê Esîr Dawid Xirîrî di ragihandinekê de got, "Serokwezîr razî bûye ku 500 milyar dînar ji bo piştgiriya cotkaran li hemî parêzgehên Iraqê bên terxankirin, ew jî wekî pareke piştgirîkirina cotkaran û zêdekirina berhemên çandiniyê ye."

Esîr Dawid Xirîrî tekez jî kir, "Armanca vê biryarê ew e ku cotkaran bihêz bike û pêdivîtiyan ji bo pêşxistina sektora çandiniyê peyda bike, ku ev yek dibe alîkar ji bo bidestxistina ewlehiya xwarinê û piştgiriya aboriya neteweyî."

Birêveberê Giştî yê Şîrketa Giştî ya Bazirganiya Genim Hayder Gerawî jî got, "Ew şîrket bi aliyên eleqedar re hevahengiyê dike, da ku mekanîzmeke şefaf û dadperwerane ji bo belavkirina wî pereyî çê bike.”

Hayder Gerawî amaje jî da, “Divê piştrast bin ku cotkarên hemî parêzgehên Iraqê dê feydeyî ji vê biryarê werbigirin.” Herwesa got, "Ev piştgirî pêngaveke girîng e, ji bo zêdekirina baweriya cotkaran û teşwîqkirina wan ji bo zêdekirina berhemên wan û berfirehkirina erdên wan ên çandiniyê, da ku xweseriya xwe zêde bikin û tenahî li sûka navxweyî bê çêkirin."

Birêveberê Giştî yê Bazirganiyê yê Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil jî duhî (Yekşem, 14ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re li ser mafên darayî yên cotkarên Herêma Kurdistanê got, “Hikûmeta Iraqê dest bi belavkirina pereyan kiriye, lê ji ber derengketina wergirtina genim li Herêma Kurdistanê (ku ji naverast û başûrê Iraqê derengtir digihîje), pere dê bi çend qonaxan bigihîje.”

Birêveberê Giştî yê Bazirganiyê yê Herêma Kurdistanê herwesa ragihand, “Hikûmeta Iraqê îsal 400 hezar tonên genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê wergirtine. Em jî li dû roja wergirtina genim li sayloyan pereyî parve dikin.”

Newzad Şêx Kamil amaje jî da, “Hikûmeta Iraqê par 5 milyon û 300 hezar tonên genim wergirtine, lê îsal 4 milyon û 300 hezar ton. Wan ew hejmar li ser parêzgehên Iraqê belav kir û wesa 300 hezar ton bi ber me ketin.”

 
Fly Erbil Advertisment