Li Belcîkayê xwendekarên Kurd komeleyekê ava dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Komek ji xwendekarên Kurd ên ku li zanîngehên Belcîkayê di qonaxên bekeloryos û masterê de dixwînin, ji bo yekem car komeleyeke taybet damezrandin. Armanca sereke ya vê pêngavê, komkirina xwendekaran, xurtkirina pêwendiyan û piştgiriya hevdu di warê xwendin û çandê de ye.
Li bajarê Leuven ê Belcîkayê, xwendekarên Kurd bi rêya çalakiyekê hatin cem hev û bingeha Komeleya Xwendekarên Kurd li Belcîkayê danîn. Beşdarên çalakiyê hêvî dikin ku ev pêngav bibe destpêkek ji bo avakirina encûmeneke fermî ya xwendekarên Kurd li wî welatî.
"Em dixwazin bibin alîkarê xwendekaran"
Yek ji damezrênerên komeleyê, Darîn Omer, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ez û hevala xwe Emîna Omer damezrênerên vê komeleyê ne. Me îro ev çalakî ji bo xwendekar û şagirtên xwe lidar xist da ku em bibin alîkarê wan. Gelek daxwaz û armancên me hene ku em hêvî dikin di pêşerojê de pêk bînin."
"Êdî em xwe bi tenê hîs nakin"
Xwendekarên beşdar jî kêfxweşiya xwe bi vê pêngavê anîn ziman. Medya Bîlal, xwendekara masterê ya beşa biyomedîsînê, got: "Ez deh sal in li Belcîkayê me. Salên destpêkê dema min dixwend, ji bo min gelekî zehmet bû. Têkiliya me bi xwendekarên din re tune bû. Lê niha, bi avakirina vê komeleyê, mirov kêfxweş dibe ku dikeve nav gelê xwe û xwe bi tenê hîs nake."
Herwiha, xwendekarê bi navê Dilovan Hesen jî da zanîn ku armanca wan ew e ku hemû xwendekarên Kurd hevdu nas bikin û tora pêwendiyên xwe xurtir bikin.
Di çalakiyê de, ku bi alayên Kurdistanê hatibû xemilandin, beşdaran bi muzîk û stranên Kurdî kêfxweşiya xwe parve kirin. Xwendekaran tekez kirin ku ev komele dê bibe platformek ji bo parastina çand, huner û kevneşopiyên Kurdî li xerîbiyê.