Neşet Zaza: Armanca me ne parçekirina navmala Kurdî ye, belkû çareserkirina doza me ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Neşet Zaza ragihand, vexwendina ENKSê bo Şamê ne mijareke nû ye û tekez kir ku ew amade ne bi şandeke taybet û projeyeke zelal biçin Şamê, lê divê ev yek nebe alternatîva danûstandinên Kurdî-Kurdî.
Neşet Zaza di beşdariya xwe ya di bultena nûçeyan a K24ê de, li ser mijara vexwendina ENKSê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve ji bo danûstandinan axivî û got: "ENKS ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve beşeke sereke ya opozîsyonê bûye û her dem daxwaza guhertina Sûriyeyê û pêkanîna mafên miletê Kurd kiriye."
"Em ji danûstandinan natirsin"
Zaza destnîşan kir, ew ji çûna Şamê natirsin û got: "ENKS dê şanda xwe ava bike û bi projeyeke amadekirî biçe Şamê. Ev danûstandin dê ne wekî alternatîva şanda Kurdî be ku li ser wê lihevkirin çêbûye, belkû ji bo çareserkirina doza Kurdî bi temamî ye; ji aliyê leşkerî, îdarî û hemû aliyên din ve."
Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê da zanîn, desthilata niha ya Sûriyeyê ne ew desthilata berê ye û got: "Îro lîstikvanên sereke li Sûriyeyê hene. Rûsya, Îran, Tirkiye, welatên Ereb, Amerîka û Ewropa xwedî rol in. Ji ber vê yekê, hikûmeta Sûriyeyê nikare wekî berê tevbigere."
"Baweriya me bi projeya xwe sedî sed e"
Derbarê metirsiyên ku dibe ev pêngav bibe sedema parçekirina navmala Kurdî, Neşet Zaza tekez kir: "Em sedî sed bi projeya xwe bawer in. Em dizanin ku em çi dikin. ENKS jîr û şiyar e û nakeve nav xefkên bi vî rengî. Armanca me ne parçekirina yekrêziya Kurdî ye."
Zaza bal kişand ser peymana 26ê Nîsanê û got, "Peymana me ji 15 xalên giştî ji bo Sûriyeyê û 11 xalên taybet bi Kurdan pêk tê. Em ne tenê mafên Kurdan, lê mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê dixwazin. Em dixwazin Sûriyeyeke nû ya demokratîk ava bibe ku mafê her kesî tê de parastî be."
Neşet Zaza diyar kir, ew bawer nakin ku hikûmeta Sûriyeyê an jî kesayetiyên Ereb heta niha gihiştibin wê baweriyê ku mafê pêkhateyan bi temamî bidin, lê tekez kir ku ENKS dê bi projeyeke xurt û zelal li ser mafên gelê Kurd û pêkhateyên din raweste.