Rêya Zawa-Şaryayê hat vekirin

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgarê Dihokê ragihand, “Bi vekirina rêya Zawa-Şaryayê re, kar li ser çêkirina 64 cade û kolanên parêzgeha Dihokê tê kirin û ew jî dê li paşerojeke nêzîk bên temamkirin.”

Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro (Duşem, 15ê Îlona 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de ji bo vekirina rêya Zawa-Şaryaye ragihand, “Ev rê daxwaza xelkê deverê bû, ji ber vê yekê Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar da ku li ser budceya Parêzgeha Dihokê bê bicîhanîn, ku dirêjahiya wê 6 kîlometr e.

Parêzgarê Dihokê herwesa got, “Projeya çêkirina vê rêyê ne tenê dê xizmeta xelkê Şaryayê û derdora wê bike, lê dê xizmeta nahiyeya Elqûşê jî bike, ku pêştir gelek rûdanên trafîkê lê çê dibûn ji ber ku ew rêyeke kevn a tijî çal bû.”

Elî Teter eşkere jî kir, “Di dema kêmtir ji salekê de û berî dema xwe ya diyarkirî, ev rê ji nû ve hat çêkirin, piştî ku rêya kevn bi tevahî hat rakirin.

Navbirî amaje jî da, “Ji bilî wê rêyê, 64 cade û kolan jî dê li Bêsirê, Hêtûtê û çend taxên din ên Dihokê bên çêkirin.” Herwesa ragihand, “Biryar hatiye dayîn ku dibistana 18-polî ya Şaryayê jî, ku pêştir kar li ser wê hatiye rawestandin, ji nû ve bê destpêkirin û bê temamkirin.”

Parêzgarê Dihokê tekez jî kir ku, projeyên xizmetkarî dê berdewam bin. Herwesa bal kişand ser rêyên hemî deveran û gundên dûr, da ku hatin û çûnên welatiyan hêsan bikin.

 
Fly Erbil Advertisment