Li Reqa û Dêrazorê 61 kes bi tometa teror û madeyên hişbir hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand, di encama operasyonên berfireh ên li parêzgeha Reqa û gundewarê rojavayê Dêrazorê de, 61 kesên ku bi tometên teror, tawankariyên curbecur û bazirganiya bi madeyên hişbir dihatin xwestin, hatin girtin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê operasyonên xwe yên dawî de daxuyaniyek belav kir û encamên wê eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di operasyonan de dest li ser hejmareke zêde çek, cebilxane, teqemenî û mayînan hatiye danîn. Herwiha, gelek cureyên madeyên hişbir ên wekî krîstal, heşîş, hebên Captagon û alavên ji bo bikaranîna wan hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, operasyonan cih û warên veşartî yên kesên dihatin xwestin kirine armanc. Tevî ku di hin cihan de pevçûn derketine jî, lê hêzan bi awayekî profesyonel bersiv dane û erkên xwe bi serkeftî bi cih anîne. Hate tekezkirin ku di nav refên hêzên ewlehiyê de ti ziyanên canî çênebûne.

Hate diyarkirin ku kesên hatine girtin ji bo darizandinê radestî dadweriyê hatine kirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiya daxuyaniya xwe de soz da ku operasyonên wan dê bê navber berdewam bikin heta ku hemû cureyên teror, tawankarî û belavbûna madeyên hişbir li herêmê bi dawî bibin.

 
Fly Erbil Advertisment