Mesrûr Barzanî serperiştiya civîneke taybet bi çaksaziyên Pêşmerge dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Di civîneke taybet bi çaksaziyên di nav Wezareta Pêşmerge de, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, hejmarek biryarên girîng hatin dayîn. Yek ji biryarên sereke yekxistina hemû yekeyên jimaryarî yên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de ye. Herwiha, bang li hikûmeta federal a Iraqê hat kirin ku mûçe û mafên darayî yên Pêşmerge wekî yên artêşa Iraqê wekhev bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê, 15ê Îlona 2025an, serperiştiya civîneke taybet bi şopandina gavên yekxistina Hêzên Pêşmerge û çaksaziyên di nav Wezareta Pêşmerge de kir.
Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li pêşketinên ku heta niha di proseyê de hatine bidestxistin kir û tekezî li ser pêwîstiya temamkirin û serxistina proseyê kir. Ji bo lezkirina reforman, çend biryarên girîng hatin dayîn:
1- Yekxistina Yekeyên Jimaryarî: Biryar hat dayîn ku hemû pêkhateyên Hêzên Pêşmerge tenê xwedî yek yekeya jimaryarî bin. Ev yeke dê di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de be û ji aliyê jimaryarî û darayî ve di bin çavdêriya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar bike.
2- Ji nû ve Rêkxistina Hêzan: Biryar hat dayîn ku pêkhate û awayê dabeşbûna Hêzên Pêşmerge ji nû ve bêne rêkxistin, bi awayekî ku li gorî çaksaziyên hikûmetê be.
Mijareke din a civînê, hêsankirina karûbarên xanenişînkirina Hêzên Pêşmerge bû. Serokwezîr Barzanî aliyên peywendîdar raspardin ku lezê di cîbicîkirina karûbaran de bikin û tekez kir ku nabe pirsgirêkên yasayî û teknîkî bibin asteng li pêşiya dayîna mûçe û mafên wan.
Di heman demê de, civînê bang li hikûmeta federal a Iraqê kir ku mûçe û mafên darayî yên Pêşmerge bi yên hevkarên wan ên di artêşa Iraqê de wekhev bike. Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku "li gorî destûrê, Pêşmerge beşek ji sîstema berevaniyê ya Iraqê ye û divê mafên wan ên destûrî û darayî di vê çarçoveyê de bêne dabînkirin."