Mîrê Qeterê: Îsraîl hewl dide Sûriyeyê parçe bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hemed Al Sanî ragihand, Îsraîlê "êrîşeke xayinane" li ser welatê wî pêk aniye û hewl dide Sûriyê perçe bike.
Mîrê Qeterê îro 15ê Îlonê di Lûtkeya Lezgîn a Erebî û Îslamî de axivî û êrîşên Îsraîlê wekî "tırsinokî" bi nav kir û got: "Doha rastî êrîşeke xayinane hat. Ev êrîş binpêkirineke cidî û eşkere ya serweriya welatê me bû."
Herwiha da zanîn, wan biryar daye rûbirûyî van êrîşan bibin û ji bo vê yekê hewl didin piştevaniya civaka navdewletî werbigirin.
Şêx Temîm bîn Hemed destnîşan kir, Îsraîl bi armanckirina welatekî navbeynkar û şanda danûstandinan, hewl dide ji bo agirbesta li Xezzeyê astengiyan derxîne, ji ber ku şanda Hemasê li Qeterê pêşniyarên agirbestê gotûbêj dikirin.
Li gorî Mîrê Qeterê, Îsraîl dixwaze jiyanê li Xezeyê nehêle û vî şerî ji bo berfirehkirina çalakiyên xwe yên leşkerî li herêmê û qirkirina welatiyên Xezzeyê bi kar tîne. Wî got, Îsraîl hewl dide "rewşeke defakto" li ser welatên Ereb ferz bike.
Mîrê Qeterê got: "Îsraîl dixwaze Sûriyeyê perçe bike û aramiya Libnanê têk bide, lê em ê hemû hewlên xwe bidin da ku rê li ber wê bigirin."
Roja Sêşemê, 9ê Îlona 2025an, artêşa Îsraîlê bi hevahengiya Dezgeha Ewlekariya Navxweyî (Şabak), êrîşeke asmanî li ser baregeheke Hemasê li paytexta Qeterê, Dohayê pêk anîbû û şanda danûstandkar a Hemasê kiribû armanc.