HSD: Li Reqayê çeteyekî DAIŞê yê xeternak hate girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, di operasyoneke taybet de li bajarê Reqayê, çeteyekî payebilind û xeternak ê DAIŞ'ê ku di çêkirina teqemeniyan de pispor bû, hatiye girtin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSD'ê, Yekîneyên Antî-Teror (YAT) piştî şopandineke çend mehan, cihê terorîstê bi navê Hesen Caflî yê bi nasnavê "Ebî Ebdo" diyar kirine û bi operasyoneke serkeftî ew girtine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Caflî di amadekirina teqemeniyên TNT'yê de pispor bû û ew li ser şaneyên veşartî belav dikirin. Hate destnîşankirin ku armanca wî ew bû ku bi van teqemeniyan "navendên leşkerî, navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, wesayît û sivîlan bike armanc da ku ewlehiya herêmê têk bibe".
Hat ragihandin ku di encama operasyonê de, malzemeyên jêrîn hatin desteserkirin:
- 180 qalibên TNT
- Amûrên kontrolkirina teqemeniyan ji dûr ve
- Telefonên destan û pere
HSD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir, operasyonên wan ên ewlehiyê û leşkerî dê "li dijî terorê û her kesê ku hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe, bidomin".