Qasim Arecî: Iraq dixwaze têkiliyên xwe yên ewlehî û aborî bi Rûsyayê re bipêş bixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Rûsyayê Sergey Şoygu bi serdanekê gihişt Bexdayê û li gel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî yê Iraqê Qasim Arecî civiya. Di civînê de, her du aliyan gotûbêj li ser xurtkirina hevkariya ewlehî, aborî û stratejîk û herwiha rewşa Xezzeyê kirin.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî yê Iraqê Qasim Arecî îro 16ê Îlonê pêşwazî li Sekreterê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Rûsyayê Sergey Şoygu û şanda pê re kir. 

Di hevdîtinê de Arecî tekez kir ku "Hikûmeta Iraqê ji bo berjewendiyên hevpar, ber bi vebûneke berfirehtir a hevkariyê li gel welatên cîhanê ve pêngavan davêje."

Di civînê de, hejmarek mijarên hevpar hatin nîqaşkirin, di nav de:

- Veguhestina teknolojiyê û parvekirina zanyarî û pisporiyê.

- Pêkanîna rahênanan di warên ewlehiya sînoran û ewlehiya sîber (elektronîk) de.

- Xurtkirina hevkariyê di rûbirûbûna terorê û têkoşîna li dijî madeyên hişber de.

Her du aliyan herwiha li ser pêşhatên dawî yên li herêmê û hewldanên hikûmetên Iraq û Rûsyayê yên ji bo rawestandina şerê li Xezzeyê û dîtina çareseriyeke dîplomatîk ji bo kêmkirina azarên gelê Filistînê rawestiyan.

Qasim Arecî da zanîn, hikûmeta Iraqê cidî ye û xwesteka wê heye ku têkiliyên xwe yên ewlehî, aborî, stratejîk û veberhênanê li gel Rûsyayê pêş bixe. Ji aliyê xwe ve, Sergey Shoygu jî daxwaza Rûsyayê ya ji bo pêşxistina têkiliyan li gel Iraqê û zêdekirina hevkariya hevpar di hemû waran de anî ziman.

Ev serdan wek amadekariyek ji bo civîna bê ya di navbera Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de tê dîtin, ku biryar e li kêleka Lûtkeya Ereban a li Moskoyê were lidarxistin.

 
Fly Erbil Advertisment