Silêmanî.. Meha borî nêzîkî çar hezar botlên xwînê bi welatiyan hatine dan

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Silêmaniyê ragihand, “Meha borî nêzîkî heşt hezar kesan serdana Banka Xwînê kiriye û 872 botlên xwînê ji Navenda Talasîmyayê hatine wergirtin.”

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Silêmaniyê îro (Sêşem, 16ê Îlona 2025ê) parve kir ku, meha borî heft hezar û 824 kesan serdana Banka Xwînê li parêzgehê kiriye û 3 hezar û 618 botlên xwînê ji Banka Xwînê û hemî nexweşxaneyên giştî û taybetî hatine wergirtin.

Tenduristiya Silêmaniyê amaje jî da, “Meha borî 872 botlên xwînê ji Navenda Talasîmyayê, 537 botil ji Nexweşxaneya Hîwayê, 280 botil ji Nexweşxaneya Şarê, 160 botil ji Nexweşxaneya Dilî, 161 botil ji Nexweşxaneya Bûna Zarokan û hezar û 195 botil jî ji nexweşxaneyên taybetî hatine wergirtin.”

Tenduristiya navbirî eşkere jî kir, “Meha borî, çar hezar 300 testên hematolojiyê, sê hezar û 602 testên koma xwînê, sê hezar û 926 testên vîrosan û du hezar û 317 cudakirinên pêkhateyên xwînê hatine kirin.”

 
Fly Erbil Advertisment