Ano Cewher: Bi hîkmeta Serok Barzanî pêkhate hatin parastin

Ano Cewher
Ano Cewher

Navenda Nûçeyan (K24) - Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Xiristiyanan di merasîma bîranîna komkujiya gundê Soryayê de li Hewlêrê amaje da ku, sedema komkujiya gundê Soryayê tenê ew bû ku xelkê wî gundî Xiristiyan bû.

Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Xiristiyanan Ano Cewher îro (Sêşem, 16ê Îlona 2025ê) ragihand, “Komkujiya gundê Soryayê birînek bû li ser laşê Iraq û Kurdistanê; bi dehan zarok bê dayik û bav man. Zîhniyeta nehêlana kesên din û jêstandina nasnameyên wan ên kesanî yek ji nexweşiyên Iraqê ye.”

Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Xiristiyanan herwesa got, “Ji destpêka çêbûna Iraqê ve em di dîrokeke vala de dizivirin, heta digihîje înkarkirina mafên pêkhateyan. komkujî cezayê wan mirovan bû yên ku daxwaza azadiyê dikir.”

Navbirî amaje jî da, "Sedema komkujiya gundê Soryayê tenê ew bû ku, xelkê wî gundî Xiristiyan bû û zîhniyeteke hişk heye ku gelê Kurd birçî bike, lê bi hîkmeta Serok Barzanî pêkhate hatin parastin û em rola Serok Barzanî di parastina pêkhateyan de bilind dinirxînin.”

Ano Cewher tekez jî kir, "Dîrok xwe dubare dike. Me bawerî bi serokatiya Kurdistanê heye û em daxwaz dikin ku, welatiyên Deşta Neynawayê ji komên milîsan bên rizgarkirin."

 
 
Fly Erbil Advertisment