Osman Mihemed: Mesrûr Barzanî ferman daye Wezareta Pêşmerge ku mûçeyên Pêşmergeyan zêde bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Ragihandin û Hişyariyê yê Wezareta Pêşmerge amaje da ku, Mesrûr Barzanî tekezê li ser yekgirtina hêzên Pêşmergeyan dike. Herwesa got ku, alîkariyên darayî yên hêzên Hevpeymanan dê heta Îlona 2026ê berdewam bin.

Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hişyariyê yê Wezareta Pêşmerge Osman Mihemed îro (Sêşem, 16ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Mesrûr Barzanî tekez kir ku, yekîneyên 70 û 80 di zûtirîn dem de biçin bi ser Wezareta Pêşmerge ve. Niha sê hesabên bankê li ser navê hêzên Pêşmergeyan hene. Wezareta Pêşmerge amadekariyan dike ku fermandariyên 1 û 2 bên çêkirin, bi ser Wezareta Pêşmerge ve.”

Osman Mihemed herwesa got, “Bi nemana yekîneyên 70 û 80, erk û karên wan dê bên guhertin û bi guhertina pergala leşkerî, ew herdu û du fermandariyên partî namînin û diçin bi ser Wezareta Pêşmerge ve. Herwesa me li ser yekgirtina peykerbendiya hêzên Pêşmergeyan jî kar kiriye.”

Navbirî amaje jî da, “Qonaxa dijwar a yekgirtina hêzên Pêşmergeyan derbas bûye û ew pêvajo baş dimeşe û daxwaza Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ew e ku, hêzên Pêşmergeyan yek bigirin. Peymanek di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Şer a Amerîkayê de heye ku, heta sala 2026ê Amerîka alîkarî û hevahengiya Wezareta Pêşmerge ji bo yekgirtina hêzên Pêşmergeyan bike.”

Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hişyariyê yê Wezareta Pêşmerge herwesa got, “Hêviyeke zêde heye ku pêvajoya yekgirtina hêzên Pêşmergeyan berî dema diyarkirî biqede. Alîkariya hêzên Hevpeymanan ji bo hêzên me heta Îlona 2026ê dê berdewam bike, di nav de alîkariyên lojîstîk, şêwirmendî û alîkariyên darayî ji bo efser û Pêşmergeyan, lê alîkariyên din dê berdewam bin.”

Osman Mihemed ron jî kir, “Şandeke Rêveberiya Xanenişîniyê ya Pêşmergeyan dê hefteya bê serdana Bexdayê bike û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman daye Wezareta Pêşmerge ku ji bo wekhevkirina mûçeyên Pêşmergeyan bixebite.”

 
Fly Erbil Advertisment