Encûmena Wezîran dicive: Dosyeya petrolê, mûçe û sala nû ya perwerdehiyê di rojevê de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê (17.09.2025) bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya asayî pêk tîne. 

Di civînê de tê payîn ku çend mijarên girîng ên wekî dosyeya hinardekirina petrolê, mûçeyên fermanberan û destpêkirina sala nû ya xwendinê bên gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya hikûmetê, rojeva civînê ji sê xalên serekî pêk tê:

1- Dosyeya Petrol, Dahat û Mûçeyan: Dê pêşhatên dawî yên derbarê dosyeya hinardekirina petrolê, dahatên nepetrolî, mijara mûçe û mafên darayî yên mûçexwaran ên Herêma Kurdistanê bên nirxandin.

2- Yekxistina Rêkarên Darayî: Proseya yekxistina rêkarên darayî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de dê were gotûbêjkirin. Ev xal dê ji aliyê Wezareta Darayî û Aboriyê ve were pêşkêşkirin.

3- Sala Nû ya Perwerdehiyê: Guftûgo dê li ser pirsa destpêkirina sala nû ya xwendinê ya 2025-2026an li Herêma Kurdistanê bê kirin. Ev mijar jî dê ji aliyê Wezîrê Perwerdeyê ve ji bo Encûmena Wezîran bê şîrovekirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment