PWK: Bila Tirkiye bi hemû aliyên Kurd re rûne, ne tenê bi Ocalan re

Diyarbekir (K24) - Rêveberên Partiya Welatparêzên Kurdistanê li Diyarbekirê bi boneya salvegera damezirandina PWKê û bo balkêşana çareseriya pirsa kurd belavokên destan belav kirin.

Partiya Azadiya Kurdistan PAK û Tevgera Demokratîk a Kurdistan di 10ê Îlona 2023yê de li Diyarbekirê bûbûn yek û bi hevre Partiya Welatparêzên Kurdistanê ava kiribû.

Di 2. Salvegera Damezirandina Partiya Welatparêzên Kurdistanê de, rêveberên PWKê li Diyarbekirê belavokên destan li ser welatiyan belav kirin. Di belavokê de hat amajekirin ku, pirsa Kurdistanê pirsa mafê çarenivîsî yê neteweya kurd e, di derheqa pêvajoya niha dimeşe de jî, bal hate kêşan ku çekdanîna PKKê di berjewendiya neteweya kurd de ye, herwesa di pêvajoya niha dimeşe de jî armanca sereke ew e ku rê li ber statûya Rojava were girtin.

PWKê di belavokê de destnîşan kiriye ku, bo aştiyeke mayînde divê demildest Dewleta Tirkiyeyê bo nasîna mafên kurdan hemû aliyên kurd wek nûnerên kurdan binase û divê hemû hevdîtin bi awayeke şeffaf werin meşandin û divê çarenivîs û mafên kurdan ne tenê di çarçoveya hevdîtinên li gel Ocalan de werin nirxandin.

Di belavokê de bang hate kirin ku, divê dewleta Tirkiyeyê rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê û mafê statûyê ya Rojavayê Kurdistanê bigire.

PWKê amaje kir ku bo tifaqeke neteweyî amade ye berpirsiyariyên bikeve ser milên PWKê bi cîh bîne.

 
 
Fly Erbil Advertisment