PDK-Sê li Hewlêrê semînarek lidar xist: Federalîzm misogeriya mafên Kurdan li Sûriyeyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Hewlêrê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S), di semînarekê de sîstema federalîzmê wek çareseriyek ji bo misogerkirina mafên neteweyî yên gelê Kurd û pêkanîna aramiyê li Sûriyeyê gotûbêj kir.
Rêxistina Hewlêrê ya di daxuyaniyekê de belav kir, semîner roja Çarşemê, 17'ê Îlona 2025'an, li nivîsgeha rêxistinê bi sernavê "Federalîzm di Navbera Têgeh û Bicîhanînê de" hat lidarxistin û tê de hejmareke serkirde û kadroyên partiyê, akademîsyen û kesên xemxurê doza Kurd amade bûn.
Di semînerê de, ku ji aliyê mamoste Mihemed Şerîf ve hat pêşkêşkirin, bi awayekî berfireh li ser têgeha federalîzmê û rêbazên pêkanîna wê li Sûriyeyê hat rawestîn. Herwiha, mînak û ezmûnên serkeftî yên federalîzmê li cîhanê hatin pêşkêşkirin ku dikarin ji bo Sûriyeyê bibin nimûne.
Beşdarên semînerê jî di axaftinên xwe de, hevnêrîn bûn ku federalîzm bijardeyeke siyasî ya girîng e ku dikare mafên neteweyî yên gelê Kurd misoger bike û bibe sedema pêşketin û aramiyê li herêmê.
Di dawiya semînerê de, gengeşeyên kûr li ser wan astengiyên ku dibe di pêşerojê de derkevin pêşiya projeya federalîzmê û rêyên pratîkî yên ji bo serxistina wê hatin kirin.