Li Amûdê keçeke Kurd bi projeyeke taybet jinan fêrî ajotinê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, keçeke Kurd bi navê Hêlîn Mihemed, bi projeyeke xwe ya taybet jin û keçan fêrî ajotina otomobîlan dike. 

Rahênera ajotiniyê Hêlîn Mihemed, bi projeyeke biçûk lê bi bandor, li Amûdê û derdora wê bûye navnîşaneke nû ji bo jinên ku dixwazin fêrî ajotina otomobîlê bibin. Hêlîn diyar dike ku bîrokeya vê projeyê ji hezkirina wê ya ji bo ajotinê û handana derdora wê çêbûye.

Hêlîn Mihemed got: "Min ji ajotinê hez dikir. Min pêşî malbat û hevalên xwe fêr kirin. Wan ez han dam ku ez bibim rahêner. Min dest bi projeya xwe kir û hêdî hêdî pêş ket. Di nava 9 mehan de min 40 kes fêr kirin."

Hêlîn Mihemed rêbazeke cuda ji dibistanên fermî bi kar tîne. Ew ne tenê li qadên vala, lê li nava bajêr, sûkê û cihên qelebalix jî dersan dide da ku fêrxwazên wê ji bo her rewşê amade bin. Herwiha, ew dersên êvaran jî dide ku ji bo jinên dixebitin derfeteke mezin e.

Yasemîn, yek ji fêrxwazên Hêlînê, sedema hilbijartina xwe wiha tîne ziman: "Ez bi rastî ji berê ve çûbûm dibistanên ajotinê lê ez tê de têk çûm. Pêwîstiya min bi rahênerekê hebû ku ezmûna wê zêdetir be. Sedema sereke ku ez hatim cem rahêner Hêlînê, zîrekî û şêwaza wê ya fêrkirinê bû. Wê bi awayekî baştir ez fêr kirim. Wê ez fêrî ajotina li cihên wek sûkê û kolanên teng kir ku em di jiyana rojane de pêwîstiya me pê heye."

Zêdebûna Şofêrên Jin li Rojava

Di salên dawî de, bi taybetî piştî ku jin di warên cuda yên kar û jiyanê de aktîftir bûne, hejmara jinên ku otomobîlan diajon li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî berbiçav zêde bûye. Ev yek serbixwebûna jinan di jiyana rojane de xurtir dike.

Projeya Hêlînê mînakeke biçûk lê girîng a wê guherîna civakî ye ku li Rojavayê Kurdistanê pêk tê, ku tê de jin di her warî de rolên aktîftir digirin û ber bi serbixwebûnê ve gavan diavêjin.

 
Fly Erbil Advertisment