Mesrûr Barzanî du milyar dînar ji bo rêgirtina li rabûna lehiyan li Hewlêrê terxan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo amadekariyên rûbirûbûna lehiyê û demsala baranbarînê, budçeyeke bi nirxê du milyar dînar wek alîkariyeke lezgîn hatiye terxankirin.
Bi serpereştiya Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, îro 18'ê Îlonê li Dîwana Parêzgariyê civîneke taybet derbarê amadekariyên ji bo demsala baranê û paqijkirina bîrên avê, menhol, kanalîzasyon û rêrêwên xwezayî yên ava baranê hat lidarxistin.
Di civînê de, ku cîgir û alîkarên parêzgar, qaymeqamên navend, Bineslawe û Quştepeyê û rêveberên giştî yên av û kanalîzasyonan, şaredarî, avdanî û parastina rê û banan amade bûn, Parêzgarê Hewlêrê plana ji bo demsala baranê ya îsal û rêyên çareserkirina kêşeyan pêşkêş kir.
Omêd Xoşnaw amaje bi wan plan û projeyên ku di salên borî de bi piştgirî û fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê hatine cîbicîkirin kir û got, bi saya van projeyan heta radeyeke mezin metirsiya lehiyê li bajarê Hewlêrê hatiye kêmkirin.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, di civînê de tekezî li ser girtina tedbîrên nû û pêwîst ji bo pêşîgirtina li her rewşeke nexwestî ya ji ber guherîna keşûhewayê hatiye kirin. Serokatiya Şaredariyê û rêveberiyên peywendîdar hatin raspardin ku wan xalên lawaz ên dibin sedema komkirina ava zêde û çêbûna lehiyê, çareser bikin.
Herwiha hat destnîşankirin ku dê berî destpêkirina demsala baranê, hilmeteke berfireh a paqijkirina hemû menhol, kanalîzasyon û rêrêwên ava baranê were destpêkirin.
Parêzgarê Hewlêrê da zanîn, du milyar dînarên ku hatine terxankirin, dê ji bo Rêveberiya Kanalîzasyonan a Hewlêrê, Rêveberiya Avdaniyê û Rêveberiya Çakkirin û Parastina Rê û Banan a Hewlêrê were veqetandin, da ku di zûtirîn dem de kêşe û kêmasiyên heyî çareser bikin.