Li Silêmaniyê baştirkirina torên elektrîkê berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Elektrîkê ya Silêmaniyê dahatên xwe ji bo baştirkirina torên elektrîkê bikar tîne.
Berdevkê Rêveberiya Elektrîkê ya Silêmaniyê Sîrwan Mihemed ji peyamnêrê Kurdistan24ê Aram Bextyar re ragihand, "Ev nêzîkî çar salan e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye, 10% ya dahata komkirî ya elektrîkê ji bo wê rêveberiyê bi xwe bê bikaranîn.”
Sîrwan Mihemed herwesa got, “Ji vê rêjeyê, 8% ji bo bicîhanîna projeyan û kirîna alav û pêdivîtiyên elektrîkê tê terxankirin û 2% ya mayî jî dê ji bo karmendên komkirina pere (pişka firotina enerjiyê) be.”
Berdevkê Rêveberiya Elektrîkê ya Silêmaniyê amaje jî da, "Rêveberiya me her sal bi dahata elektrîkê bi dehan projeyên gihandina elektrîkê ji bo gundan û taxên nû bi cîh tîne.”
Navbirî ron jî kir, "Gelek taxên bajarê Silêmaniyê çûne nav projeya Ronakiyê, bi merema kêmkirina pirsgirêkên elektrîkê û çareserkirina wan pirsgirêkan bi awayekî bilez.”
Sîrwan Mihemed herwesa got, “Rêveberiya Parvekirina Elektrîkê ya Silêmaniyê ya rojhilat, rojava, Derbendîxan û Dukanê bi rêya du tenderên cuda dê alavan di demên pêş de dabîn bikin, ku ya yekê bi bihayê 450 milyon dînaran û Derbendîxanê û ya duyê jî bi bihayê nêzîkî 300 milyon dînaran e.”
li ser qonaxên projeya Ronakiyê li bajarê Silêmaniyê jî got, “Navenda Silêmaniyê niha elektrîkê 24 saetî heye. Herwesa tîmên elektrîkê yên Derbendîxanê jî ji bo misogerkirina mihawîleyan dixebitin û tê pêşbînîkirin ku di dema du hefteyên pêş de karên wan biqedin.”