Şîrketek pirtûkên kevin ên Wezareta Perwerdeyê rîsaykilîn dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Giştî yê Bername û Çap û Weşanê li Wezareta Perwerdeyê amaje da ku, 22 milyon pirtûkên nû ji bo bernameya xwendinê ya îsal hatine çapkirin û dê bi vekirina deriyên dibistanan re bi xwendekaran bên dayîn.

Rêveberê Giştî yê Bername û Çap û Weşanê li Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sertîp Hesen îro (Pêncşem, 18ê Îlona 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, “Hemî pirtûkên kevin ên salên berê dê li gorî peymaneke wezaretê vegerin embara navendî.”

Sertîp Hesen herwesa ragihand, "Piştî komkirina hemî pirtûkan, ew dê bi şîrketeke rîsaykilînê bên dayîn, ji bo ji-nû-ve-bikaranîna wan ji bo materyalên din. Herwesa zêdetirî 22 milyon pirtûkên nû yên hemî dersan dê bi hemî xwendekaran ji baxçeyê savayan heta pola 12ê ya lîsê bên dayîn.”

Rêveberê Giştî yê Bername û Çap û Weşanê amaje jî da, “Ew pirtûkên nû li çapxaneyên herî baş ên Îmaratê bi kalitiyeye bilind hatine çapkirin û amade ne, herwesa di piraniya bernameyan de jî guhertin hatine kirin.”

Pêştir jî Sertîp Hesen li ser guhertinên bernameya xwendinê gotibû, “Du pirtûkên nû yên derûnzaniyê ji bo qonaxa lîsê hatine çapkirin, bi rengekî ku girîngiyeke zêde bi mijarên têkildarî sinêleyan hatiye dayîn û mamosta li ser mijarên wekî cezayên bikaranîna xirab a torên civakî, çawaniya pêşîgirtina li hakkirinê, pirsgirêkên civakî yên heyî û gelek mijarên din ên serdem kûr dibe.”

 
Fly Erbil Advertisment