Serok Barzanî û şanda hevpeymaniyên Hesim û Neynawayê hilbijartinên Iraqê nîqaş kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi şandeke Hevpeymaniya Hesim û Hevpeymaniya Neynawayê ji bo gelê wê re civiya.

Baregayê Barzanî îro (Pêncşem, 18ê Îlona 2025ê) ragihand, “Serok Barzanî li Pîrmamê bi şandeke Hevpeymaniya Hesim û Hevpeymaniya Neynawayê ji bo gelê wê re civiya, ku Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebasî serokatiya dikir.”

Bargayê Barzanî amaje jî da, “Di wê civînê de rewşa siyasî ya Iraqê hat nîqaşkirin, herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser hilbijartinên bê yên Encûmena Nûnerên Iraqê li hev guhertin û tekez li ser hevahengiya aliyan ji bo derbaskirina pirsgirêkên siyasî kir.”

 

 
Fly Erbil Advertisment