Komîsyona Yekîtiya Ewropayê: Divê bazirganiya bi Îsraîlê re bê sînordarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Yekîtiya Ewropayê pêşniyara sînordarkirina bazirganiyê bi Îsraîlê re û cezakirina du wezîrên hikûmeta Benjamin Netanyahu kiriye.
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê pêşniyar dike ku, bi biryarekê bazirganiya bi Îsraîlê re bê sînordarkirin û ceza li ser du wezîrên hikûmeta Benjamin Netanyahu bên sepandin.
Komîsyona navbirî amaje jî da, “Ger ew pêşniyar bê pejirandin, em dê bi 20 milyon Euroyan hevkariya dualî ya bi Îsraîlê re bicemidînin.”
Hikûmeta Îsraîlê jî di derheqa wê pêşniyarê de ragihandiye, "Ger biryareke wisa bê dayîn, em dê bi awayekî guncayî bersivê bidin. Ev pêşniyara Yekîtiya Ewropayê, ji piştî şerê Xezzeyê ve, bizava wê ya herî xurt e.”