Mezlûm Ebdî daxwaza parastina mafên pêkhateyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pabendbûna xwe bi peymana 10ê Adarê tekez kir û ragihand ku, divê ew agirbesta ku li Rojavayê Sûriyeyê heye bê parastin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di civîna Encûmena Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ragihand ku, ew pabendbûna xwe bi peymana 10ê Adarê re tekez dikin. Herwesa got ku, divê ew agirbesta ku li Rojavayê Kurdistanê heye bê parastin.
Mezlûm Ebdî eşkere jî kir ku, ew amade ne ku li ser têkilkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi artêşê re danûstandinan bikin û bi encûmenan re bicivin.
Mezlûm Ebdî amaje jî da ku, çareseriya siyasî ji bo parastina tenahiya Sûriyeyê û gelê wê bijardeya herî baş e. Daxwaz jî kir ku, mafên pêkhateyên Sûriyeyê bên parastin.