Biryara Rêveberiya Efrînê ji bo vegerandina milkan, nerazîbûnên tund li pişt xwe anîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Herêma Efrînê, geştnameyeke nû bi hejmar (6/T) di 18ê Îlona 2025an de derxist, tê de rêbazên "vegerandina milkan" ji bo welatiyan diyar dike. Lê belê, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê bi daxuyaniyekê ev biryar û geştnameyên din weke "hewldanek ji bo têkbirina xelkê resen ê Kurd" bi nav kir.
Naveroka Geştnameya Fermî
Li gorî geştnameya ku di bin çavdêriya Komîteya Aborî ya li Bakurê Sûriyeyê de hatiye weşandin, pêvajoya vegerandina milkan wiha hatiye destnîşankirin:
1- Welatiyên ku dixwazin milkên xwe vegerînin, divê bi rêya parêzerên destnîşankirî belgeyên xwe yên milkiyariyê sererast bikin û bi fermî bidin tomarkirin.
2- Piştî vê qonaxê, divê belgeyên pesendkirî radestî nivîsgeha şaxê ya Komîteya Aborî bikin.
3- Nivîsgeha şaxê belgeyan pesend dike û ji bo pejirandina dawî dişîne nivîsgeha navendî ya komîteyê.
4- Di dawiyê de, milk bi awayekî fermî û li gorî qeydên tomarkirî radestî xwediyê wê tê kirin.
Di geştnameyê de nav û hejmarên telefonê yên parêzerên destnîşankirî ji bo navçeyên weke Raco, Bilbilê, Cindirêsê, Şera, Şiyê û navenda bajarê Efrînê hatine belavkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan: "Ev Geştname Astengker in"
Li hemberê, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe ya tund nîşan da û ragihand, ev geştname û du geştnameyên din ên derbarê demsala zeytûnan de, bi armanca zêdekirina bar û astengiyan li ser welatiyên Kurd hatine derxistin.
Di daxuyaniya rêxistinê de hatiye gotin: "Ev biryarên awarte yên weke geştnameya hejmar 6, pêvajoya vegerandina milkan tevlihev û zehmet dikin û barên darayî û zagonî li ser welatiyan zêde dikin, nemaze di rewşa aborî ya dijwar û gendeliya berbelav de."
Rêxistinê herwiha amaje bi wê yekê kir ku Komîteya Aborî ya bi serokatiya Ebdulbaqî El-Xetîb, berdewamiya heman nivîsgehên aborî yên berê yên girêdayî komên çekdar e, û endamên niha yên komîteyê, "heman kes in ku berê berpirsiyarê desteserkirin, talankirin û dizîna milkên xelkê resen ê Kurd bûn."
Di dawiya daxuyaniyê de, rêxistinê tekez kir ku ev geştname rê li ber vegera welatiyên Kurd digirin û pêvajoya vegerandina milkan asteng dikin, nemaze di rewşa kaos û bêewlehiya sîstematîk de ku li herêmê di bin çavdêriya rasterast a îstixbarata Tirkî de serdest e.