Cano Amedî: Piştî 10 civînan encamek tenê “qedexeya li ser kurdî”
Diyarbekir (K24) – Di Parlementoya Tirkiyeyê de komisyona bo pêvajoyê hatî avakirin civîna xwe ya 10emîn li dar xist. Aliyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê jî dibêjin piştî 10 civînan tişta mayî bîra wan de qedexekirina axaftina bi kurdî ya dayîkên şemiyê ye û pêwîst bû derbarê civînan de nêrînek erênî hêvîdar di raya giştî der derbiketa holê. Kurdên nav AK Partiyê jî dibêjin wê ji encama civînên komîsyonê rewşek baş derbikeve holê û divê ti aliyek bêhêvî nebe.
Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê heta niha 10 civîn li dar xistine û nêrîna dayîkên şemiyê, dayîkên aştiyê, hiquqnasan, karsazan, siyasetmedaran û akademîsyenan wergirtiye lê hîn jî komîsyonê serî li nêrînên aliyên kurdistanî nedaye û aliyên Kurdistanî dibêjin eger bo komîsyonê werin vexwendin ew amade ne nêrîn û pêşniyarên xwe parve bikin. Siyasetmedarên Bakurê Kurtdistanê dibêjin piştî 10 civînan tişta mayî bîra wan de di komîsyonê de rênedana axaftina bi kurdî ya dayîkên kurd e.
Cîgirê Serokê PWKê Cano Amedî ji K24ê re got: “10 civîn hatin kirin tişta mayî bîra me de rênedana axaftina bi kurdî ye, bi ya min ev pêvajo bo pûçkirina statuya Rojavayê Kurdistanê ye.”
Kurdên ku di nava AK Partiyê de siyasetê dikin jî dibêjin komîsyon bi awayeke berfireh nêzîkî mijarê dibe û dê encamek baş ji civînên komîsyonê derbikeve ku divê aliyên xêrxwazê pêvajoyê ne ji komîsyonê hêvîdar bin.
Rêveberê AK Partiyê yê Surê Eyuphan Kaya dibêje: “Em ji nêz ve dişopînin, 10 civîn din jî çêbin wê hindik be ji ber ku belayek giran e, te dî dibêjin hur bajo kur bajo ga neêşîne, ev mijar jî wisa ye divê bi her alî re were axaftin û deng here her kesî.”
Piştî ku komîsyon nêrîna hemû aliyan bistîne dê dest bi çêkirina yasayên pêvajoyê bike û aliyên Kurdistanî dibêjin divê beriya vê yekê nêrîn û pêşniyarên aliyên kurdistanî jî were standin.