Li Diyarbekirê Mîhrîcana Zebeşan hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê Mîhrîcana Çand û Zebeş a Danasîna Diyarbekirê de, Parêzgarê Diyarbekir amaje kir ku bi salan e zebeş bûye remzeke girîng a Diyarbekirê ku bi Ava Dîcle ya bi bereket tê gihandin û di encama keda cotkaran de digihîje destên welatiyan.

Li Diyarbekirê ji aliyê Gerînendehiya Çand û Daristanan ve, duh 19ê Îlonê 15. Mîhrîcana Çand û Zebeş a Danasîna Diyarbekir hat lidarxistin. 

Di  axaftina vekirina mîhrîcanê de Parêzgarê Diyarbekir Murat Zorlûoglû amaje kir, Zebeşê Diyarbekirê bûye remzeke girîng û bo danasîna vî remzê girîng jî ji sala 1967an ve mîhrîcan tên li darxistin ku îsal jî mîhrîcana 15. tê li darxistin. 

Zorlûoglû bal kêşand, zebeşê Diyarbekirê bi Ava Dîcleyê ya bi bereket tê gihandin û bi keda hêja ya cotkaran digihîje welatiyan.

Di mîhrîcanê de çalakiyên rengîn û cawaz ên zebeşan jî hatin li darxistin ku pêşbaziya zebeşê herî mezin û giran de zebeşên Diyarbekirê ketin rikeberiyê. 

Berê di pêşbaziya zebeşan de sînorê beşdariya pêşbaziyê bo zebeşekê 25 kîlo bû, lê îro ji ber hişkesaliyê jêrsînorê beşdariyê wek 20 kîlo hat destnîşankirin.

Îsal di pêşbaziya zebeşan de zebeşê bûyî yekem 39.3 kîlo bû û bo xwediyê wê 25 hezar lîreyê tirkî xelat hat dayîn, zebeşê duyem 38.7 kîlo bû û 20 hezar lîre hat dayîn, zebeşê sêyem jî 37.2 kîlo bû û 15 hezar lîre xelat dayîn.

 
 
Fly Erbil Advertisment