Serokwezîr Mesrûr Barzanî zengila sala nû ya xwandinê lêda

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sibeha îro (Yekşem, 21ê Îlona 2025ê) li Dibistana Dimdimê ya bajarê Zaxoyê zengila sala nû ya xwendinê lêda.

Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd, Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo û ehejmarek berpirsên îdarî di wê merasîmê de amade bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her di wê merasîmê de peyamek jî pêşkêş kir û tê de got, “Ez destpêkirina sala nû ya xwandinê li hemî xwendekar, mamosta û hemî xelkê Herêma Kurdistanê pîroz dikim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Ez destxsweşiyê li daybavan dikim ku zarokên xwe dişînin dibistanan. Ez piştrast im ku ev xwendekar dê li paşerojê bibin serkirde û dê welatê me bêtir ber bi pêş ve bibin."

Mesrûr Barzanî di pareke din a gotara xwe da amaje da rola mamostayên û got, "Ez gelek spasiya mamostayên qedirgiran dikim, ku tevî hemî astengî û nexweşî û nebûna mûçeyan li ser karê xwe berdewam bûn. Van mamosteyên Kurdperwer, welatparêz û dilsoz qet nehişt ku perwerde raweste an jî xwendekar ji perwerdeyê bêpar bimînin. Ez gelek destxsweşiyê li wan mamostayan dikim, bi rastî mînakên xelkê dilsoz û welatparêz in, ew mamosta ne ku tevî hemî nexweşiyan her berdewam bûne.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, "Hêviya min ew e ku ev qeyran di demeke nêzîk de bi dawî bibin û ev pirsgirêk dê ji holê rabin û hemî kes û fermanber li Kurdistanê, bi taybetî mamosta, dê berdewam bin ku hemî mafên xwe bistînin." Tekez jî kir, “Wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, em dê bi hemî şiyanên xwe piştevanî bin û îşela em qerebûya wan zehmetiyan jî bidin.”

Tê nûkirin...

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment