Serokwezîr Mesrûr Barzanî nexweşxaneya zarokan li Zaxoyê vekir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nexweşxaneyê Zarokan li Zaxoyê vekir û peyamek pêşkêş kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (21ê Îlona 2025ê) Nexweşxaneya Zarokan li Zaxoyê vekir û di peyamekê de got, "Ez kêfxweş im ku ev nexweşxane bi standardeke pir baş hatiye avakirin. Ez hêvî dikim ku tu kesek tu demekê neçar nebe ku bê nexweşxaneyê; lê heke ew hatin, hêviya min ew e ku xizmeta nexweşan li vê derê baş bê kirin, xasma jî zarokên me yên xweşevî. Herwesa çi demekê pêdivî wê yekê nebin ku, berê xwe bidin cîhekî din û her tiştekê pêdivî be li vê derê jê re bê bicîhanîn, ji aliyê tenduristî û çareseriyê ve.”
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan
Xûşk û birayên rêzdar,
Îro em kêfxweş in ku em hatine Zaxoyê da ku çend projeyên girîng vekin. Yek ji wan ev nexweşxaneya zarokan e, ku dê îro dest bi xebatê bike û dê xizmeta welatiyan bike, xasma jî xelkê bajarê Zaxoyê yê xweşevî.
Ez ji bo vê destkeftiyê destxweşiyê li hemî aliyan dikim. Bê guman, hikûmet dê li ser piştgiriyê berdewam be, da ku em çêtir xizmeta gelê xwe bikin û xizmetên bingehîn ên ku pêdivî ne ji bo hemî xelkî dabîn bikin.
Ez kêfxweş im ku ev nexweşxane li ser asteke pir baş hatiye avakirin. Ez hêvî dikim ku tu kesek tu demekê neçar nebe ku bê nexweşxaneyê. Lê heke ew hatin, xizmeta nexweşan li vê derê baş bê kirin, xasma jî zarokên me yên xweşevî. Herwesa çi demekê pêdivî wê yekê nebin ku, berê xwe bidin cîhekî din û her tiştekê pêdivî be li vê derê jê re bê bicîhanîn, ji aliyê tenduristî û çareseriyê ve.”
Ez careke din destxsweşiyê li hemî aliyan dikim. Ez spasiya hemî bijîşk û karmendan jî dikim, ji bo wê zehemta wan kêşayî. Ez hêvî dikim ku hûn her gav serkeftîb bin û Kurdistana me roj bi roj ber bi rojên xweştir û avabûneke zêdetir ve biçe. Gelek spas.