Mesrûr Barzanî bo K24ê: Xelk ji Iraqê û hemî cihan serdana Zaxoyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê salvegera damezrandina Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê pîroz dike û dibêje, "Xelk ji Iraqê û hemî cihan serdana Zaxoyê dike.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 21ê Îlona 2025ê) Nexweşxaneya Zarokan a Zaxoyê vekir û paştir di daxuyaniyeke televizyonî de bersiva pirsyareka peyamnêrê K24ê Mêhvan Mecîd da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji peyamnêrê K24ê re got, "Îro salvegera çarê ya damezrandina Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê ye. Ez pîrozbahiyê li hemî xelkê Kurdistanê dikim, bi taybetî xelkê Zaxoyê.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa ragihand, “Em dibînin ku Zaxo gelek pêş keftiye. Ez destxsweşiyê li kekê Guhdar û li hemî berpirsên îdarî dikim, ku xwe gelek westandiye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir, "Niha Zaxo bûye cihekî balkêş, ji bo hemî xelkê Kurdistanê yê ku ji deverên din serdana wê dike, û herwesa ji bo wan kesên ji cihên din ên Iraqê jî tên."
Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Yek ji projeyan vekirina Nexweşxaneya Zarokan a Zaxoyê bû ku ev der e, di dû re jî dora pêşangeheke navneteweyî ye, ku me bername ji bo vekirina wê jî heye. Para duyê ya Kornîşê Zaxoyê jî ji bo dawiyê hêlaye, ku em biçin wê derê jî û bernameya me dê li wê derê bidawî bibe.”