Mesrûr Barzanî yekemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Zaxoyê vekir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 21ê Îlona 2025ê) yekemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Zaxoyê vekir.
Zêdetirî 100 şîrketên navxweyî û biyanî yên ku di warên cuda cuda de dixebitin tevlî yekem Pêşangeha Bazirganî ya Navneteweyî ya Zaxoyê bûne.
Pêşangeha Navneteweyî ya Zaxoyê li ser rûberê 8 hezar 600 metrên ducarkî hatiye çêkirin, ku 4 hezar metrên ducarkî jê keskatî ye. Di wê pêşangehê de, cihê rawestandina timbêlan jî bi rûberê 13 hezar metrên ducarkî hatiye çêkirin.
Dike, cihê rûniştina mêvanan, xwaringeh, çend holên biçûk ji bo konferansan, sîstema deng, kamerayên çavdêriyê, elektrîka berdewam û baştirîn pergalên baguhertinê û agirvemirandinê ji bo vê pêşangehê hatine dabînkirin.