Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Yekîtiya Zanayan kir û rola wan bilind nirxand

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê de ragihand ku, wê yekîtiyê roleke girîng di xurtkirina nermbûn û çanda pêkvejiyana aştiyane de li Herêma Kurdistanê heye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 21ê Îlona 2025ê) ji bo salvegera 55ê ya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê peyamek parve kir û tê da pîrozbahî li serok û endamên wê yekîtiyê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de tekez kir ku, zanayên olî di "şerê li dijî tundrêtiyê û xurtkirina nermbûn û çanda pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda cuda yên Kurdistanê de roleke girîng" dilizîn.
Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Di salvegera 55ê ya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê de, ez gerimtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî serok û endamên Nivîsîngeha Bicîhanînê û hemî endamên Yekîtiya Zanayan dikim.
Em bi rêz û hurmetê li rola girîng a Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê û zanayên olî bi giştî di xurtkirina bingeh û nirxên bilind û mirovî yên Îslamê û şerê li dijî hizra tundrêtiyê û xurtkirina nermbûn û çanda pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda cuda yên Kurdistanê de dinêrin.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
21.09.2025