23 xwendekar li çaksaziyên Herêma Kurdistanê îsal derçûyên pola 12ê ne

Destpêkirina pêvajoya xwendinê li Çaksaziya Mezinan a Hewlêrê
Destpêkirina pêvajoya xwendinê li Çaksaziya Mezinan a Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Mîna hemî navendên xwendinê, li çaksaziyên Herêma Kurdistanê jî zengila sala nû ya xwendinê hat lêdan û dest bi xwendinê hat kirin.

Rêveberê Giştî yê Çaksaziyên Herêma Kurdistanê Îhsan Baban duhî (Yekşem, 21ê Îlona 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, “Li tevaya çaksaziyên Herêma Kurdistanê, bi çaksaziyên mezinan, jinan û zarokanan ve, zengila xwendinê ya îsal hat lêdan û pêvajoya xwendinê hat destpêkirin.”

Îhsan Baban herwesa got, “Hejmara xwendekarên îsal hîn nayê zanîn, ji ber ku carinan xwendekar dev ji xwendinê berdidin an jî xwe qeyd dikin, ji ber vê yekê jî hejmara wan dê heta nîvê meha bê jî neyê zanîn.”

Navbirî amaje jî da, “Îsal 23 xwendekar li pola 12ê ya lîseyê bûn, hemî derçûn û li benda aktîvkirina pergala ‘Zankoline’ê ne û hin ji girtiyan heta qonaxa xwendina masterê jî dixwînin.”

Rêveberê Çaksaziyên Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Tenê li çaksaziyên jinan û zarokan li Dihokê xwendin nebû, lê ji bo wan jî hatin vekirin.”

Li gorî amara Rêveberiya Çaksaziyên Herêma Kurdistanê, li hersê çaksaziyên Hewlêr, Dihok û Silêmanîyê pênc hezar û 802 girtî hene.

 
Fly Erbil Advertisment