Mezintirîn partiya opozisyonê ya Tirkiyeyê serokê xwe hilbijart

Ozgür Özel
Ozgür Özel

Navenda Nûçeyan (K24) – Ozgür Özel wekî Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP), ku partiya herî mezin a opozisyona Tirkiyeyê ye, di kongreyeke awarte de careke din hat hilbijartin. Ev pêngav di demekê de ye ku, tê çaverêkirin ku meha bê dadgeh biryarê li ser dûrxistina wî û hejmareke serkirdeyên din ên wê partiyê bide.

Kongreya CHPê duhî (Yekşem, 21ê Îlona 2025ê) hat lidarxistin û tê de Ozgür Özel, ku yekane namzed bû, bi 835 dengan ji 917 dengên tevlîbûyîyan wekî serokê wê partiyê hat hilbijartin.

Armanc ji vê kongreya awarte xweparastina ji biryareke çaverêkirî ya Dadgeha Enqerê ye, ku biryar e li roja 24ê Cotmehê derbikeve. Dadgeh difikire ka kongreya CHPê ya 2023ê, ku Özgür Özel tê de wekî serok hatibû hilbijartin, ji ber "bêserûberiyê" hilweşîne an na.

Rexnegirên hikûmetê vê dozê wekî delîlek ji bo vegerandina Tirkiyeyê ber bi dîktatoriyê di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de dibînin.

Rayedarên CHPê hêvî dikin ku, bi bidestxistina baweriyeke nû ji endamên partiya xwe, xeterên biryara dadgehê li ser hilbijartina Özgür Özel li sala 2023ê kêm bikin.

12 endamên CHPê, tevî Şaredarê Stenbolê yê girtî Ekrem Imamoglu, ku herwesa hevrikê siyasî yê herî mezin ê Erdogan e, rûbirûyî gelek tometan bûne wekî dayîna pere û postan ji endamên kongreyê re û binpêkirina Qanûna Partiyên Siyasî ya Tirkiyeyê.

Ji piştî girtina Imamoglu li meha Adarê ve, Özgür Özel wekî jevrikê herî mezin ê Erdogan derketiye holê. Erdogan gelek caran êrîşî CHPê kiriye û ew wekî gendel û sextekar tometbar kiriye.

CHP di Parlamentoya Tirkiyeyê de hêza opozisyonê ya herî mezin e û şaredariyên bajarên herî mezin ên Tirkiyeyê, wekî Stenbol û Enqereyê, di destên wê de ne.

 
Fly Erbil Advertisment