Di şeş saetan de 100 erdhej li Tirkiyeyê qewimîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Di dema şeş saetan de, 100 erdhejan bi bihêz û pîverên cuda cuda yên Richterê çend deverên Tirkiyeyê hejandin û li çend bajaran jî xelkî hest pê kir. 82% ya wan erdhejan jî li devera Sindrgi ya Balkasırê hatine tomarkirin.
Ajansa Rêvebiriya Karesat û Rewşên Awarte ya Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku, ji saet 02:05 heta 08:33 serê sibeha îro (Duşem, 22ê Îlona 2025ê) 100 erdhej li çend bajarên Tirkiyeyê qewimîn, lê ya herî bihêz bi 4.8 pileyan li gorî pîvana Richterê saet 04:19:59 ê serê sibehê li Deryaya Egeyê daye.
Her li gorî tomar û raportên AFADê, serê sibeha îro tenê li devera Sindrgi ya Balkasırê 82 erdhej hatine tomarkirin, li sînorê Deryaya Spî û çend bajarên din jî erdhej bi pileyên cuda cuda hatine tomarkirin, di nav wan de jî erdhejek bi 3.3 pileyên Richterê li Hatayê çê bûye.
Di Sibata 2023ê de, du erdhej bi pileyên 7.5 û 7.8 li gorî pîvana Richterê di nêzîkî du deqîqeyan de li başûrê Tirkiyeyê û bakur-rojavayê Sûriyeyê qewimîn, di encamê de zêdetirî 55 hezar kesan mirin û zêdetirî 107 hezar kesan jî birîndar bûn û ew bûyer wekî karesata sedsalê hat binavkirin.