Peymana Sêalî ya ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê hat îmzekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî rawestandineke dirêj, îro li Hewlêrê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Federal a Iraqê û kompaniyên petrolê de, peymana sêalî ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hat îmzekirin. 

Wezareta Samanên Siruştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Petrolê ya Federal a Iraqê û kompaniyên berhemhêner ên petrolê, Îro 22ê Îlona 2025an piştî nîvro li Hewlêrê peymanek ji bo ji nû ve hinardekirina petrolê îmze kirin.

Tê çaverêkirin ku sibe roja Sêşemê di civîna Encûmena Wezîran a Iraqê de, ev peyman bi awayekî fermî ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve were ragihandin û hûrgiliyên wê ji bo raya giştî bên eşkerekirin.

Ev pêşketin di demekê de ye ku îro serê sibehê, şandeyeke teknîkî ya Kompaniya Petrola Bakur (North Oil Company) ji bo bidawîkirina rênimayên destpêkirina hinardekirinê serdana Hewlêrê kiribû. Şandeyê bi Wezareta Samanên Siruştî re civînek pêk anî ku zêdetirî çar saetan dom kir. 

Li gorî peymanê, petrola ku dê radestî kompaniya neteweyî ya firotina petrolê ya Iraqê (SOMO) were kirin, dê bi rêya Kompaniya Petrolê ya Bakur ve ji bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê were şandin.

Li gorî naveroka peymanê, Herêma Kurdistanê dê rojane 230 hezar bermîl petrol radestî kompaniya SOMO bike û 50 hezar bermîl jî dê ji bo dabînkirina pêdiviyên navxweyî yên Herêmê were terxankirin.

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji Adara sala 2023an ve, piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Bazirganiyê ya li Parîsê hatibû rawestandin. Dadgehê di biryara xwe de Tirkiye mehkûm kiribû ku ji ber rêdana hinardekirina petrola Herêmê bêyî destûra Bexdayê di navbera salên 2014-2018an de, divê 1.5 milyar dolar qerebû bide Iraqê. Tevî ku Enqereyê îtîraz li biryarê kiribû jî, ji bo ji nû ve destpêkirina herikîna petrolê amadehiya xwe nîşan dabû.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment