Meral Daniş Beştaş: Dibe ku komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentera DEM Partiyê û Endama Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê Meral Daniş Beştaş ragihand, eger heye di rojên bê de Komîsyona Parlamentoyê bi Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan re bicive.
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê îro 22ê Îlonê bi saziyên ziman re civiya, da ku pêşniyarên derbarê statuya zimanê Kurdî de kom bike û pêşkêşî komîsyona li meclisê bike. Di civînê de daxwazên sereke yên wekî fermîbûna zimanê Kurdî û rakirina astengiyên li pêş perwerdeya bi zimanê zikmakî hatin destnîşankirin.
"Divê Kurdî Bêyî Hincet Bibe Rojeva Komîsyonê"
Meral Daniş Beştaş tekez kir: “Divê zimanê Kurdî bêyî hincet di rojeva komîsyonê de cih bigire. Ziman ji bo me sedema hebûnê ye û jiyaneke bêziman nabe.”
Herwiha rexne kir ku heta niha di komîsyonê de guh li saziyên Kurdan nehatiye girtin lê plan heye ku hefteya bê ev yek pêk were.
"Nekirina Hevdîtinê Ne li Gorî Ruhê Pêvajoyê ye"
Derbarê rola Abdullah Ocalan de di pêvajoya çareseriyê de, Beştaş agahiyeke girîng parve kir û wiha got: “Em wisa texmîn dikin ku dê hefteya pêş şandeyek bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Nekirina vê hevdîtinê, ne li gorî ruhê pêvajoyê ye.”
Herwiha destnîşan kir jî, wan li ezmûnên çareseriyê yên cîhanê lêkolîn kirine û akademîsyenan jî pêwîstiya hevdîtina bi Ocalan re anîne ziman.