Wezareta Pêşmerge: Em nêzîkî qonaxa dawî ya çaksaziya Yekîneyên 70 û 80 bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ew di qonaxên dawî yên proseya çaksaziyê de ne û wan pêngaveke "dîrokî" ji bo yekxistina Hêzên 70 û 80 avêtine. Di vê çarçoveyê de, biryar hatiye dayîn ku yekîneyeke jimaryarî ya serbazî ya yekgirtî were damezrandin û hemû hêzên Pêşmerge di bin sîwana wezaretê de bên komkirin.
Wezareta Pêşmerge îro 22ê Îlonê daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn, di civîneke bi amadebûna Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û nûnerên Hêzên Hevpeymanan de, gavên dawî yên proseya çaksaziyê ya di nav Hêzên 70 û 80 de hatine gotûbêjkirin.
Di civînê de biryar li ser damezrandina yekîneyeke jimaryarî ya serbazî ya yekgirtî ji bo hemû hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di bin sîwana wezaretê de hatiye dayîn. Wezaretê ev pêngav weke nêzîkbûna ji qonaxa dawî ya çaksaziyê bi nav kir.
Herwiha hat destnîşankirin, kar ji bo damezrandina Fermandariyên Devera Yek û Duyemîn bi lez didome û ev pêngav weke "gaveke dîrokî ber bi avakirina hêzeke yekgirtî ya Kurdistanî" ve hat binavkirin.
Ev pêşketin di demekê de ye, Berdevkê Wezareta Pêşmerge Lîwa Osman Mihemed hefteya borî (16ê Îlonê) ji K24ê re ragihandibû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi tundî li ser wê yekê disekine ku Hêzên 70 û 80 bilez bikevin ser Wezareta Pêşmerge.
Lîwa Osman dabû zanîn, bi vê guhertinê re êdî du fermandariyên partîtî namînin û erk û karên wan tên guhertin. Wî gotibû ku kar li ser yekxistina hemû pêkhateya Hêzên Pêşmerge tê kirin da ku bibin hêzeke niştimanî ya yekgirtî.