Asayîşa Helebê: Me êrişeke komên ser bi Şamê ve têk bir, kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Helebê (asayiş) ragihand, hêzên wan bersiva êrişeke çekdarî dane ku ji aliyê komên ser bi Wezareta Parastinê ya hikûmeta Şamê ve li dijî xaleke ewlehiyê ya li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatiye pêkanîn. Di encama bersivdanê de, endamekî komên êrişkar hatiye kuştin, sê endamên din birîndar bûne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, îro Duşemê, 22ê Îlonê, daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, êriş îro piştî nîvro ji aliyê "komên bêserûber ên ser bi Wezareta Berevaniyê ya hikûmeta Şamê ve" li dijî xaleke ewlehiyê ya hêzên wan pêk hatiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de tekez kir, ev bersivdan di çarçoveya "mafê parastina rewa" de bûye. 

Di daxuyaniyê de hûrgiliyên bûyerê wiha hatin parvekirin: "Hêzên me rasterast bersiv da hewldana êrişê, di encamê de endamekî komên êrişkar hat kuştin û sê kesên din birîndar bûn. Herwiha dronek ku di êrişê de dihat bikaranîn, hat xistin."

 
Fly Erbil Advertisment