Karê paqijkirina gola Wanê didome: Qonaxa sêyemîn dest pê kir

Diyarbekir (K24) – Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di çarçoveya projeya mezin a paqijkirina Gola Wanê de ragihand, heta niha nêzîkî 2 milyon metre çargoşe lîm û herî ji binê golê derxistiye. Proje, ku di Tîrmeha 2021an de ji bo parastina golê ji gemarê dest pê kiribû, bi lez didome.

Kar û xebat ji aliyê Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê ve tê birêvebirin û proje niha di qonaxa xwe ya sêyemîn de ye. Li gorî daxuyaniya şaredariyê, tîmên paqijiyê rojane bi awayekî navînî di navbera 350 û 400 metre çargoşe herî ji golê derdixin. 

Bi vê xebata bênavber, heta roja îro bi giştî milyonek û 970 hezar metre çargoşe lîm û tixe ji golê hatiye paqijkirin.

Armanca sereke ya projeyê ew e ku li ser xeteke bi dirêjahiya 14 kîlometreyan, bi giştî 2 milyon û 700 hezar metrekup herî were derxistin. 

Di projeyê de gelek karmend, makîneyên kar û kamyonên barhilgir bi awayekî çalak dixebitin da ku golê ji qirêjiya bi salan paqij bikin.

Ev pêngav ji bo parastina balansa xwezayî ya Gola Wanê û geşepêdana geştiyariyê li herêmê weke gaveke jiyanî tê dîtin. Şaredarî tekez dike ku ew ê heta paqijkirina tam a peravên golê, xebatên xwe bidomînin.

 
Fly Erbil Advertisment