Hilbijardeya Misrê li Hewlêrê bû şampiyona Kupa Cîhanê ya Jinan

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Kupa Cîhanê ya Minî-Futbolê ya Jinan ku cara yekem li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, hat lidarxistin, bi dawî bû. Di yariya fînalê de, hilbijardeya Misrê piştî serkeftina li hember Brazîlyayê, nasnavê şampiyoniyê bi destxist. Hilbijardeya neteweyî ya Kurdistanê jî di şampiyoniyê de pileya çaremîn a cîhanê wergirt.

Yariya fînalê di navbera hilbijardeyên Misir û Brazîlyayê de îro 22ê Îlonê hat lîstin. Piştî ku dema asayî bi wekheviyê bidawî bû, hilbijardeya Misrê bi lêdanên penaltiyan serkeftin tomar kir û bû şampiyona cîhanê.

Serokê Federasyona Minî-Futbolê ya Cîhanê Mihemed Doserî dilxweşiya xwe li hember mêvandariya Herêma Kurdistanê anî ziman û got: "Ez piştrast im ku Kupa Cîhanê ya Jinan li Hewlêrê gelek bi serkeftî birêve çû. Aramî û seqamgiriya vê herêmê sedem bû ku me ev şampiyonî anî Herêma Kurdistanê."

Di Kupa Cîhanê de, ku cara yekem li Hewlêrê bi beşdariya şeş tîmên ji parzemînên cuda yên cîhanê hat lidarxistin, hilbijardeya jinan a Kurdistanê li gel tîmên Brazîlya, Misir, Urdin, Pakistan û Libnanê beşdar bû.

Di qonaxa nîv-fînalê de, Misrê ji hilbijardeya Kurdistanê biribû û Brazîlyayê jî Libnan têk biribû. Bi van encaman, hilbijardeya Kurdistanê di şampiyoniya xwe ya yekem a dîrokî de pileya çaremîn a cîhanê bi dest xist.

 
Fly Erbil Advertisment