Mizgîniyek ji bo alîgirên yaneyên Dihok û Zaxoyê
"Cezayê giran ê alîgirên yaneyên Dihok û Zaxoyê tê hilweşandin"

Navenda Nûçeyan (K24) - Yaneyên Dihok û Zaxoyê li ser bizavên xwe berdewam in, da ku cezayê li ser alîgirên xwe hilweşînin û alîgirên herdu yaneyan ji bo yariya wan a bê vegerin nav yarîgehên xwe.
Piştî yariya dawiyê ya Lîga Iraqê ku di navbera yaneyên Dihok û Zaxoyê de li Bexdayê hat kirin, ji ber têkdan û şer û aloziyên alîgirên herdu yaneyan, Federasyona Futbolê ya Iraqê alîgirên herdu yaneyan bi tundî ceza kirin û bi awayekî fermî biryar da ku, yaneyên Dihok û Zaxoyê di gera yekê ya Lîga Stêrên Iraqê ya werzê 2025-26ê de bê alîgir li yarîgehên xwe yariyên xwe bikin.
Berpirsên yaneyên Dihok û Zaxoyê, ligel Parêzgarê Dihokê Elî Teter û Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo, bi rêya têkiliyên xwe yên bi Bexdayê re li ser bizavên xwe berdewam bûn, da ku cezayê li ser alîgirên xwe rakin û wan bi temamî garantî daye Federasyona Futbolê ya Iraqê ku ew dê alîgirên xwe kontrol bikin.
Parêzerê Yaneya Dihokê Zinar Zibêr di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand ku, desteyeke nû ji bo Komîteya Futbolê ya Iraqê hatiye danan û sibe ew komîte dê biryara rakirina cezayê li ser alîgirên yaneyên Dihok û Zaxoyê bide.
Yaneya Zaxoyê dê di gera duyê ya Lîga Stêrên Iraqê de li nav yarîgeha xwe mêvandariya Yaneya Quwe Cewiyeyê bike, yariya bê ya Yaneya Dihokê jî dê li Bexdayê bi Şorteyê re be. Ger ew ceza bê rakirin, Dihok dê di gera sêyê de bi amadebûna alîgirên xwe mêvandariya Yaneya Kerxê bike.