Mala Şêrko Bêkes weke mûzexane hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Silêmaniyê, mala helbestvanê mezin ê Kurd Şêrko Bêkes, ku weke "Împeratorê Helbestê" tê naskirin, weke mûzexaneyekê hat vekirin. Di mûzexaneyê de, berhem, pirtûkxane û kelûpelên helbestvanê nemir ji bo gel tên nîşandan, bi armanca parastina mîrateya wî ya edebî û çandî.

Mûzexaneya ku bi awayekî modern hatiye restorekirin, ji çend beşan pêk tê. Di beşa pirtûkxaneyê de, bi sedan pirtûkên ku Şêrko Bêkes xwendine û jê sûd wergirtiye, cih digirin. Herwiha, kelûpelên wî yên şexsî yên wekî berçavk, pênûs, defter, cixare û têzbiyên wî di vîtrînên taybet de hatine parastin. Li ser dîwaran, ji bilî wêneyên malbatî yên helbestvan, portreyên hejmarek helbestvanên din ên Kurd ên navdar jî hatine daliqandin.

"Navendek ji bo Parastina Mîrateya Wêjeyî"

Helo Şêrko Bêkes, kurê helbestvanê nemir û berpirsê mûzexaneyê, ji K24ê re diyar kir, ev proje ji bo zindîhiştina bîranîn û berhemên bavê wî hatiye amadekirin. 

Li gorî gotinên wî, mûzexane ji du beşan pêk tê; beşa jorîn ku jiyanname û kelûpelên taybet ên Şêrko Bêkes tê de ne, û beşa jêrîn ku qehwexane û dikaneke firotina diyariyên wekî pênûs, tîşort û pirtûkan dihewîne.

Helo Bêkes tekez kir, ketina mûzexaneyê bêpere ye û ev navend dê bibe pirek di navbera nifşên nû û dîroka dewlemend a edebiyata Kurdî de. Herwiha got: "Ev mal ne tenê bîranîna Şêrko Bêkes, lê belê mîrateya çandî û wêjeyî ya Kurdî diparêze."

 
 

 

Fly Erbil Advertisment