Li Germiyanê Pêşmerge û kesayetiyê diyar Ekber Hacî Rustem hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Devera Germiyanê bi kuştina kesayetiyê navdar, Pêşmergeyê dêrîn û kadroyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Ekber Hacî Rustem, hejiya. Rustem duh êvarê li gundê xwe "Omerbil" a ser bi qezaya Kifrî ve, di nav baxê xwe de hat kuştin.
Kurê wî yê mezin, Koçer, îro 23ê ji peyamnêrê K24ê re behsa hûrgiliyên bûyerê kir û got: "Bavê min duh êvarî derdora saet şeş êvarê vegeriya gund. Beriya ku were malê, serî li baxê me yê li nêzîk da. Piştî nêzîkî du saetan, êdî me nekarî pê re têkilî daynin. Piştî lêgerîneke zêde, me termê wî li wir dît."
Herwiha da zanîn ku li gor dîmenên kamerayên çavdêriyê, otomobîla bavê wî piştî kuştinê yekser hatiye dizîn û çarenivîsa wê heta niha ne diyar e, ku ev yek gumana li ser bûyerê zêdetir dike.
Di bersiva gotegotên ku li ser torên civakî belav bûne de, Koçer bi tundî hebûna her cure nakokiyên malbatî an civakî red kir û tekez kir: "Gumanên me li ser ti kesî nîn in, ji ber ku di bingeh de pirsgirêkên me bi kesî re nîn in."
Koçer bi taybetî gotegotên derbarê "nakokiyên bi şivanên Ereb re" jî pûç kirin û got: "Ev hemû gotegotên tên belavkirin ji rastiyê dûr in û ti bingeha wan nîne; şivanên me yên Ereb nîn in."
Koçer bang li "dezgehên ewlehiyê û aliyên peywendîdar kir ku erkê xwe yê pîşeyî bi cih bînin, rastiya bûyerê ji raya giştî re eşkere bikin û sûcdarê sereke radestî dadgehê bikin."
Bûyerê li devera Germiyanê û li ser torên civakî dengekî mezin daye. Lêpirsîna ji bo ronîkirina vê tawana hovane berdewam dike û raya giştî bi kelecan li benda encamên ku dê ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve bên ragihandin e.