PSK: Siyaseta înkarê têk çûye, çareserî destûreke federal e

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) piştî Civîna Meclisa xwe ya di 21'ê Îlonê de li Enqereyê lidar xist, daxuyaniyek berfireh belav kir û tê de rewşa siyasî ya herêmê û pirsgirêka Kurd nirxand.
PSK'ê ragihand, sedema bingehîn a aloziyên li Rojhilata Navîn, parçekirina Kurdistanê û înkarkirina mafên gelê Kurd e û tekez kir ku "sîstema li dijî Kurdan, êdî nameşe."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku siyaseta înkarê ya li hemberî gelê Kurd ne tenê ziyanê dide Kurdan, lê di heman demê de bûye sedema qeyranên kûr ên aborî, siyasî û civakî li welatên ku Kurdistan dagir kirine. PSK'ê hilweşîna rejîmên dîktator li Iraq û Sûriyeyê wek nîşana têkçûna vê sîstemê bi nav kir û diyar kir ku "ji bo rejîma teokratîk a Îranê jî saetên dawî hatine."
"Derfeta Çareseriyê Tê Pûçkirin"
Daxuyaniyê bi taybetî bal kişand ser siyaseta Tirkiyeyê û da zanîn ku pêvajoya heyî ya ji bo bêçekkirina PKK'ê, di heman demê de ji bo çareseriya pirsa Kurd jî derfetekê pêşkêş dike. Lê belê, PSK rexne li desthilatdariyê girt û got: "Yên ku Tirkiyeyê îdare dikin, di şûna ku vê derfetê ji bo gavên demokratîk û çareseriya aştiyane bi kar bînin, siyaseta înkarker didomînin û çareseriyê paşve dixin."
Daxwazên Ji Bo Çareseriyê
Di vê çarçoveyê de, PSK'ê bang li rêveberên Tirkiyeyê kir û daxwazên xwe yên ji bo çareseriyeke mayînde wiha anîn ziman:
- Nasnameya neteweyî ya gelê Kurd demildest bê naskirin.
- Hemû astengiyên li ser ziman û çanda Kurdî bên rakirin.
- Destûreke nû ya demokratîk, pirrengî û federal bê amadekirin.
- Tirkiye dev ji siyaseta dijminane ya li hemberî Kurdên Sûriyeyê berde û rêzê li daxwaza wan a statuyê bigire.
- Dawî li sîstema tayînkirina qeyûman bê anîn û siyasetmedarên girtî tavilê serbest bên berdan.
Banga Yekîtiyê
PSK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de tekezî li ser prensîba xwe ya bingehîn kir ku dibêje "Azadî nayê dayîn, bi têkoşînê tê stendin" û banga yekîtiya hêzên neteweyî-demokratîk ên Kurd kir. Partiyê herwiha diyar kir ku ew girîngiyê didin diyaloga bi hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re û ji bo bihêzkirina xebatên xwe yên rêxistinî nexşerêyek amade kiriye.
Daxuyanî bi peyama, "Em ê bi ser bikevin û têkoşînê bi azadiyê bixemlînin" bi dawî bû.