K24’ê serdana Beşa Kurdî ya Radyoya Êrîvanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdistan24 li Êrîvanê, paytexta Ermenistanê, serdana Beşa Kurdî ya Radyoya Êrîvanê kir û ji nêz ve rewşa wê şopand. Beşa Kurdî ya Radyoya Êrîvanê, ku xwedî dîrokeke dirêj e, kar û xebata xwe ya ji bo gelê Kurd li Ermenistan û her çar parçeyên Kurdistanê didomîne.
Rêvebir û bêjerê navdar ê Radyoya Êrîvanê Tîtalê Keremê Seyad ku di heman demê de berpirsê Beşa Kurdî ya radyoyê û berpirsê rojnameya "Rêya Teze" ye, ji Kurdistan24 re behsa rewşa radyoyê û beşa Kurdî kir. Kerem da zanîn ku Beşa Kurdî li radyoyê rojane nîv saet weşanan dike.
Di van weşanan de, danûstandin û nûçeyên têkildarî Ermenistanê, bûyerên girîng ên Ermenistanê, û herwiha yên her çar parçeyên Kurdistanê tên ragihandin. Her wiha, kultûr û çanda Kurdî jî di bernameyên wan de xwedî cihekî girîng e.
Tîtalê Kerem diyar kir jî, K24 bûye çavkaniyeke girîng a nûçeyan ji bo wan û ew di nûçeyên xwe de, nûçeyên Kurdistan24 wekî çavkanî bikar tînin. 
Kerem destnîşan kir ku tevî bernameya nûçeyan a rojane ya nîv saetî, di nava hefteyê de gelek bernameyên çandî û kultûrî jî pêşkêş dikin. Herwiha amaje bi wê jî kir ku hikûmeta Ermenistanê jî piştgiriyê dide wan û rê dide wan ku bernameyên xwe biweşînin.

Fly Erbil Advertisment