Li Serdeştê 11emîn Festîvala Beyt û Heyranê hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, 11emîn Festîvala "Beyt û Heyran"ê bi dabeşkirina xelatan li ser serkeftiyan bidawî bû. Di festîvala îsal de deng, reng û çanda resen a neteweyên cûda hatin ba hev.

Festîval bi beşdariya hunermendên ji 20 parêzgehên cuda yên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê birêve çû. Taybetmendiya vê xûlê ew bû ku cara yekem hunermendên ji neteweyên din ên Îranê jî tevlî festîvalê bûn.

Li gorî amaran, 406 berhem ji bo festîvalê hatibûn şandin û ji nav wan 226 berhem ji bo her du beşên "pêşbirk" û "beşdariya alîkar" hatibûn hilbijartin.

Di encama nirxandinan de; 7 komên mûzîkê, 5 jenyarên tembûrê, 5 jenyarên dûtadê, 4 jenyarên teblê, 6 jenyarên defê, 4 jenyarên ûdê û 7 stranbêjan di beşên cûda de xelatên yekem, duyem û sêyem wergirtin.

"Mûzîka Kurdî resen e"

Yek ji beşdarên Tirkmen, Xefûr Emaniyan ku ji parêzgeha Gulistanê hatibû, derbarê mûzîka Kurdî de got: "Mûzîka Kurdî mûzîkeke resen e. Di jenîna koman de derket holê ku mûzîkeke bi rastî pir ciwan û xwedî kok e."

Daxwaza navdewletîbûnê

Beşdarê bi navê Ferhad Mehmûdzade, asta lijneya nirxandinê bilind nirxand û got: "Ez bawer im her kesê di vê festîvalê de xelatekê werbigire, wekî wê yekê ye ku pileya bilind a zanistî li zanîngehê bidest xistibe." Mehmûdzade hêvî kir ku di paşerojê de ev festîval berfirehtir bibe û veguhere festîvaleke navdewletî.

Pira peywendiyê

Beşdarên ji deverên cuda yên Kurdistanê jî, festîval wekî pireke peywendiyê û derfetek ji bo nasîna huner û amûrên hevdu, pênase kirin.

Osman Sadiqî yê ji devera Qasimlo ya Urmiyê bal kişand ser dewlemendiya çandî û got: "Hemû hunermend bi zaravayên xwe û cilûbergên xwe yên resen beşdar bûn, ev yek cihê şanaziyê ye."

Her wiha Şahîn Fetahî yê ji Ciwanroya Kirmaşanê jî diyar kir ku festîval bûye sekoyek ji bo nîşandana şiyanan û naskirina dost û hevalên nû.

 
Fly Erbil Advertisment