Bi piştevaniya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pirtûka "Mûmên Kelepûra Stranbêjiyê li Efrînê" hat çapkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Efrînê çalakiyeke çandî ya taybet bi sponseriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) hat lidarxistin û pirtûka nivîskar Nîdal Yûsif a bi navê "Mûmên Kelepûra Stranbêjiyê li Efrînê" hat nasandin û îmzekirin.

Di merasîmê de ku duh 5ê Berçile hat lidarxistin, hejmareke mezin ji rewşenbîr, kesayetên giştî, nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) amade bûn.

Pirtûk ji aliyê nivîskar ve diyarî Serok Mesûd Barzanî hatiye kirin. Herwiha Pêşgotina pirtûkê ji aliyê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ve bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin. 

Naveroka Pirtûkê

Pirtûka "Mûmên Kelepûra Stranbêjiyê li Efrînê", jiyanname û xebatên hunermend, dengbêj û mûzîkjenên herî diyar ên Efrînê û Çiyayê Kurmênc di nava xwe de dihewîne.

Pirtûk ji du beşan pêk tê; beşa yekem bi zimanê Erebî ye û beşa duyem jî ji aliyê Dr. Mihemed Elî Ebdo ve bo zimanê Kurdî hatiye wergerandin.

Beşdarên merasîmê ev çalakî wekî pêngaveke girîng ji bo zindîkirina bîra civakê û parastina ruhê resen ê hunera Kurdî li herêmê nirxandin.

 
 
Fly Erbil Advertisment