Encûmena Wezîran pêşwaziya peymana sêalî ya hinardekirina petrolê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 24ê Îlona 2025ê) bi serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya û danûstandin li ser çend mijarên girîng kirin.

Para yekê ya civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê li ser peymana sêalî ya di navbera hikûmeta federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê de bû, ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê li gorî qanûna budceya federal a sererastkirî û biryara Encûmena Wezîran a herdu aliyan.

Li destpêkê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed kurtiya mijarê ji bo Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û amaje da ku, ew peyman hat nivîsîn her duhî bi nivîsareke fermî ya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi îmzeya Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û tevaya şîrketên petrolê ji bilî şîrketa DNOyê ji hikûmeta Federal re hat şandin.

Bi vî awayî jî, ji bilî wê para ku bi peymana hevpar ji bo bikaranîna navxweyî hatiye veqetandin, ti astengî li pêşiya hinardekirina tevaya petrola ku li Herêma Kurdistanê tê hilberandin û berbazarkirina wê ji aliyê SOMOyê ve tune ye.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî bi Wekalet di dawiya raporta xwe de got ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha li benda îmzekirina peymana sêalî ji aliyê Wezareta Petrolê ya hikûmeta federal ve ye, ku di çend rojên pêş de bê bicîhanîn. Wî hemî alî jî piştrast kirin ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî amadekarî ji bo bicîhanîna wê peymanê kirine.

Paşî Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah bi berfirehî li ser danûstandinan axivî û bal kişand ser hemî astengiyên ku bi bizavên hevpar ên hemî aliyan hatine rakirin û li dawiyê hersê aliyan ew peyman bi hev re nivîsî.

Piştre Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm jî naveroka peymana sêalî pêşkêşî Encûmena Wezîran kir û hûrguliyên made û bendên wê peymanê û erk û mafên hikûmeta federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê berçav kirin, ku tê payîn bi rêya bicîhanîna vê peymanê êdî di şandina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de tenahiyê bîne û êdî fermanberên Herêma Kurdistanê ji wergirtina mûçeyên xwe di wextê xwe de bêpar nemînin, wekî karmendên fermanberên deverên din ên Iraqê.

Piştî danûstandinan, Encûmena Wezîran destxweşî li şanda danûstandinan a Herêma Kurdistanê kir û rêz lê girt, herwesa pêşwaziya biryara civîna duhî ya Encûmena Wezîrên Iraqê jî kir bi pejirandina peymana sêalî û xerckirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji bo Trîmehê û mehên din ên îsal.

Encûmena Wezîran wekî hercar amadebûna xwe ji bo berdewambûna li ser bicîhanîna pabendiyên xwe ji bo dabînkirina mûçe û mafên fermanberên Herêma Kurdistanê tekez kir.

Di para duyê û dawiyê ya wê civînê de, pêşketinên dawiyê di vavartina dahatên negirêdayî petrolê û destnîşankirina para Wezareta Xezîneyê ya Federal de hatin nîqaşkirin.

Piştî danûstandinan, Encûmena Wezîran careke din amadebûna xwe ji bo çareserkirina vê mijarê li dû qanûna birêvebirina darayî ya federal û qanûna budceya giştî ya federal û biryara dadgeha federal diyar kir, wekî ku di dawî yadaşta qanûnî ya şanda danûstandinan a Herêma Kurdistanê de hatiye û arasteyî Encûmena Wezîrên Iraqê hatiye kirin.

Encûmena Wezîran Wezîrê Darayî û Aboriyê erkdar kir ku, bi zûtirîn dem 120 milyar dînarên din wekî para Xezîneya Federal a Tîrmeha 2025ê bixe hesabê Wezareta Darayî ya Federal, bi wê hêviyê ku pirsgirêka dahatên negirêdayî petrolê bi peymaneke hevpar di navbera herdu hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de bê çareserkirin.

 

 
 
 
Fly Erbil Advertisment