K24ê serdana pişka Kurdolojiyê ya Zanîngeha Êrîvanê kir
Ev deh sal in ku pişka Kurdolojiyê ya Zanîngeha Êrîvanê li ser Kurdan dixebite
Navenda Nûçeyan (K24) - Pişka Kurdî ya lêkolînan li zanîngeha Êrîvanê ev deh sal in ku li ser Kurdan dixebite.
Kurdistan24ê serdana pişka Kurdolojiyê ya Zanîngeha Êrîvanê li Ermenistanê kir û ji nêzîk ve kar û xebatên wan şopandin.
Lîanna Mhoyan yekane keça Kurd e ku li wê pişkê wek lêkoler dixebite. Wê ji Kurdistan24ê re behsa karên xwe li wê pişkê kir û got ku, pişka wan li sala 2015ê hatiye damezrandin û armanca wan lêkolînên li ser dîroka Kurdan in.
Lîanna Mhoyan herwesa got ku, berhemê pişka wan pertûkek e bi awayekî akademîk girêdayî Kurdan e. Amaje jî da ku, ew niha kar li ser pertûkeke din jî kar dikin, ku girêdayî çand û huner û rewşenbîrên Kurdan ji dema Soviyetê heta sala 2020ê ye.
Wê keça Kurd herwesa spasiya Kurdistan24ê jî kir ku, serdana wan kir û kar û xebatên pişka Kurdolojiyê ya Zanîngeha Êrîvanê şopandin û gringî da karên wan.