PWK di salvegera referandumê de: Xwedîderketina li îradeya gel ‘wazîfeyeke neteweyî’ ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di heştemîn salvegera referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, xwedîderketina li îradeya gel a di referandumê de "wazîfeyeke neteweyî" ye.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Ragihandinê ya PWK'ê ve hat weşandin de, hat bibîrxistin ku di 25ê Îlona 2017an de, gelê Başûrê Kurdistanê tevî hemû gef û zextan, bi awayekî demokratîk çû ser sindoqan û bi rêjeya %92.73 ji bo serxwebûnê got "Erê". PWK'ê ev helwest wek "îlankirina îradeyeke meşrû ya neteweyî" binav kir.
Daxuyaniya Buroya Ragihandinê ya PWK'ê:
Di roja 25ê Îlona 2017an de, li bajarên ku bi Rêveberîya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne (Hewlêr, Silêmanîye, Dihok û Helebçe) û li nevçeyên din yên Başûrê Kurdistanê, yên ku mijara madeya 140î ne, referandûma serxwebûnê bi awayekî meşrû û demokratîk hate lidarxistin.
Gelê Başûrê Kurdistanê, teva hemû tehdît, zext, astengî, êrîş û planên qirêj yên derve û navxweyî jî bi cesaret, bi biryardarî û bi xwe bawerîyeke bi rûmet çûn ser sindoqan û ji %92.73 ji serxwebûnê re gotin ‘Erê’. Ev helwesta gelê me, bi rêyên demokratîk îlankirina îradeyeke meşrû ya neteweyî bû.
Di heyştemîn salvegera referandûma serxwebûnê de, em hem referandûmê û hem jî encamên wê bi rêzdarî silav dikin û careke din îlan dikin ku em piştgirîyê li vê îradeya gelê xwe ya rewa û dîrokî dikin.
Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê, berhema ked, xebat û têkoşîna hemû şehîd û xebatkarên her çar perçeyên Kurdistanê ye; nimûne û nîşana îradeya xweîdarekirina gelê Kurdistanê ye. Em dibêjin lêxwedîderketina îradeya referandûma serxwebûnê û parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî, niştimanî ya hemû kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê ye.
Di heyştemîn salvegera referandûma serxwebûnê de em bangî hemû hêzên çekdarî û sîyasî; hemû dewletên cîhanê û yên herêmî dikin ku rêzê li desthilatdarî û selahîyeta meşrû ya Serokatî, Hikûmet, Parlamento û Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê û li biryarên wan bigrin.
Di heyştemîn salvegera referandûma serxwebûnê de hêvî û daxwaza me ji partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê ew e ku zûtirîn wext hikûmeta xwe ya hevbeş ava bikin û bi tifaq û yekgirtineke neteweyî, niştimanî li hemû destkeftîyên heyî yên li Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin; hêza pêşmerge û hemû dezgehên heyî yên dewletbûnê bikin yek, pêşde bibin û dezgehên nû yên pêwîst ava bikin.